Working together for standards The Web Standards Project


WaSP : Tekoşîn ji bo standardan

W3C (World Wide Web Consortium) û hin kom û organîzasyonên din ên standardkirina teknolojiyek ji bona afirandin û şîrovekirina naveroka WEB’ê avakirin. Ev teknolojiya ku em mîna “standardên Web’ê” bi nav dikin, ji bona heta ku karin hejmareke bilindtirîn, ji hemû avantajên Web’ê sûd wer bigrin û hemû pelgehan di nava ewlekariyê de bi awayekî berdewamî biweşînin, hatin avakirin.

Avakirina malperên Web’ê a bi standardên xwe ji berî derketina wan hêsantir e û bi pêşkeşkirina malperên têgihiştin a ji bona zêdetirîn bikarhêneran û bi awayê curbecur ên grêdana Internetê, alîkariya erzankirina buhayên hilberanê dike. Li cihê ku amûreyên nû yên grêdana internetê derdikevin bazaran, malperên hatine qewimandin piştî taqîba van prensîban dê bi komputerên kevneşop, bi awayekî sererast, bê pirsgirêk bixebitin.

Her tişt gellekî zelal e. Wê çaxê pirsgirêk li ku ye, û çima Projeya standardên Web’ê ?

Pirsgirêk

Her çiqas weşangerên esasî yên gerokan, ji avakirina W3C de, di afirandina standardên Web’ê de cih girtibin jî, quncanîtiya van standardan bi salan bi awayekî bêqusûr man. Weşangeran bi çêkirin û belavkirina gerokên ku standardan baş desteknedikirin, û bi astengbûna karê endezyarê komputerê, bipêşvebir, şîrket û bikarhêneran tevlî jihevperçekirina (fragmantasyona) Web’ê bûn.

Tunebûna desteka yekalî ya standardên W3C, bû sedema bêparmayina bikarhêneran : ji ber ku bi bikaranîna « gerokên xirab » pir kes nikarîbû naverokê bibînin û peymana hatiye xwestin bi cih bînin. Di nav bikarhêneran de herî zêde kesên seqetiyên wan hene û kesên ku ji bona grêdana internetê pêwistiyên taybet dixwazin di bandorê de man.

Belêna û biha

Di heman demê de kêmasiya destekên standardên W3C’yê grafîst, bipêşvebir û xwediyê malperan xist nava belênayek pir mezin : Gelo mirov dikare bi armanca destekkirina hewqas gerokên lihevnayê û gellek versiyonên pelên Web’ê di aliyê aborî de bi cih bike ? Heger na, kîjan gerok divê bibe qurban, û emê biryara redkirina grêdana internetê ya potansiyela çiqas milyon serdêrî bidin ?

Di herhawî de bihayê wê gellekî zêde bû, û îro vê saetê hîn jî zêde ye.

Jihevperçekirina (fragmantasyona) bazara gerokan, pêşvebirina hemû malperan bi kêmanî ji %25 biha dike. Ji ber tunebûna butçeyek dewlemend gellek bipêşvebir, malperên girtî yên ku kesên dikarin bibin mişterî hilberandin. Gellek bipêşvebir ku standardan nas dikirin, ti berjewendiyek ji bipêşvebirina malperên ji bona gerokên ku ew destek nedikirin, nedidîtin. Yên din ti tişt an jî hema hema ti tişt ji standardan fam nedikirin, û hîn jî wisa ye, heta di şirketên servîsê ku dişibihin şîrketên sereke yên teknolojiyê, mîna ASP, Java, Flash MX û .Net, bêyî famkirina hewqas îşareta binyadî, pelên stîlê û berjewendiya jihevkirina saziya pêşkeş kirinê.

Ji xeynî malperên gelekî kevin û navnetewî, ku bikarhênerên xwe di aliyê bikaranîn û karkirina malperê de li hev hatine, sîstema teknîkî ya hin malperan ji nezaniya bikarhêneran hate xitimandin û bêhemdî bûn sedema xirabûna teknolojiya malperê.

Hin ên din Reklamvanên neqisan û amûrên reklamvaniyê bikar anîn ji bona ku gelek qatên qodên pêşveçûyî pêk bînin, ji bo çewtiyên bingehîn yên bikarhêneran. Ev yek bû sedema xerckirina peran û ya bandên girêdanê û gelek caran jî bû sedema tunebûna malperên ku bi nifşê nû yê bikarhêner re li hev nedihatin (û tu caran ji aliyê bikarhêneran û wek amûrên alternatîf ji bo dengên hesas wek yên operayê ve nehat bikaranîn). Web bi cesetên malperên ku di dema xwe de pir balkêş bûn tijî bûye, lê ku bikarhêner yan jî amûrên nû re nayên bikaranîn. Ya herî xirab jî ew e ku malperên bi vî rengî hîn jî her roj tên avakirin.

Hinek bipêşvebir, hingiya pêman, mecbûr man ku ji xwe re xetên standart veqetînin û xwe bi teybetî di derdorên bixwedî de bipêş ve birin. Her çiqas ev malper xwedî hêzeke darhêner jî bin, mirov nikare bigihe hinek daxwazên herî hêsan, wek îmze kirin, qutkirin, pêvekirin, çapkirin û hin tiştên din ku bikarhêner karin li ser malperên din bikin.

Erk lebatê ava dike

Web standart (WaSP) di sala 1998’an de li hember van pirsgirêkan, bi armanca erzankirina Standartên bingehîn yên web’ê, û ji bo ku weşanvan karibin bi hesanî û bi arzanî xweş bigihînin xwendevanên xwe ji bo nûçedaneke navnetewî bikar bînin, hate avakirin.

Her çiqas peyama me ji aliyê beşên bazirganiyê û têkiliyên civakî yên gerokan ve xweş ne hetibe pêşwazî kirin jî, ew ji aliyê endêzyar, çapevan (editor) û gerok bi me re hemfikir bûn û WaPS wek şirîkekî (hevalî) di berxwedana xwe de li hember hîyerarşiya xwe ya hundirîn bikar anîn .

Bi saya van gerok, avaker û pêşvebiran êdî bûn xwediyê azadiya afirandina bi, XHTML, CSS û gellek caran ji bona bilindkirina xwegihiştin û rakirinê dikarin vakirina pêşkeskirinê veqetînin. Ji bo ku hinek avaker û bipêşvebir erkên pêşveçûyî li malperên xwe zêde bikin, karin di hinek pîvanan de DOM a standart û WP3 bikar bînin.

Wî çaxî pirsgrêk çiye û çima her tim Projektek e Web Standartê hebû ?

Tişta li bende me

Her çiqas gerokên îro destek bidin standardan jî, bi milyonan konseptorên pispor û bipêşvebir berdewamî bikaranîna rêbazên kevn ku bi dilsozî grêdayî avakirin û pêşkeşkirinê kirin. Carna jî bitemamî, avakirina semantîk (watezanist) û bikaranîna (X)HTML mîna konsepta amûran xerab bikartînin. Pisporên xwedî hatinek baş, bi malperên nelê ve û bi zêdebûna îşaretên bêwate ku nayê gihiştin ve dimînin. Gellek wêneyên tên tikandin, tabloyên tevlihev û skrîbtên tespîtkirinê ên bikêrnayê dibin sedema pirsgirêkên bikaranînê ku diviya bû di destpêka bernamê de hefsa xwe jê kiribana.

Gellek pirtûkên li ser pêşvebirina Web’ê hîn jî perwerda rêbazên kevn didin û gellek pispor, her çiqas bandora li ser grêdanê, berdewamiyeke drêj û lêbûnê ne bas be jî, bi awayê çêkirina malperên ku li nav gerokên lêtê û lênayê wekhev dixebitin, serbilindiyê dikin. Hinên din kodên xwedîtiyê ku tenê di hin gerokên navdar de dixebitin, pêş ve dibin.

Bi vî awayî, yek jî objektîfên yekemîn ê WaSP’ê avakirina amûrên perwerdê ya ji bona nifşa me ye. Ji bona ew ên ku berjewendiyên wan bi qasî yên ji mişterî û bikarhêneran heye zanibin çawa mirov hînî hurmetdana standardan dibe, bibin.

Gellek konseptor di xabata xwe de derdorên grafîkên peşveçûnê ku di dema pêşbirka gerokan de hatibûn afirandin, bikartînin. Mîna ku li jor hatiye gotin, ev amûr ji ber xwe malperên nelê û newatezanist diafirînin. Lê ji standardan bêhtir bikêrî navîgatorên versiyona 4.0’an tê. Di sala 2002’an de ji Amûrên sereke ên grafîkan, duduyan destekên standardên Web’ê û grêdanê pêş ve birin. (yek ji wan bi alîkariya Web standdards Project çêkir). Lê ji bona bikaranîna van pêşveçûnan divê konseptor baş hînî bingeh û perjewendiya konsepsiyonê û çêkirina malperên ku li gorî standardan e, bibin. Ev tişt me mecbûrî perwerdeya bipêşvebiran dike.

Miştirî û berpirsiyarên malperan jî, heger dixwazin malperên wan ji aliyê gerok û amûrên îro re vebin, divê xwedî vê agahiyê bin. Bi vî awayî heger gerok û amûr pêş ve biçin jî, hebûna malperê nakeve xeterê. WaPS hêvî dike ku bi vê agahiyê, perpirsiyarên malperan bi çavê guhartoyên elektronîk ên plaketên reklamên ku divên ji bo hemû derdoran hekhev bin nenêrin. Û ewê li ser çêkirina naverok û fonksiyonên li gorî îmkan û pêwistiyên gerok û amûrên cuda ên digihije înformasyonê, diguhere, bisekinin.

Watiniya Orjînan

Watiniya Orjînan a WaSP’ê (1998), li ser archive.webstandards.org heye

© 1998-2002 Web Standards Project, www.webstandards.org

© 2006 Luqman Kanar ji bona wergerê. Kurdish World http://www.kurdishworld.com/


All of the entries posted in WaSP Buzz express the opinions of their individual authors. They do not necessarily reflect the plans or positions of the Web Standards Project as a group.

This site is valid XHTML 1.0 Strict, CSS | Get Buzz via RSS or Atom | Colophon | Legal